Berpirsekî PDKê: Astengiyên li pêsiya hilbijartinan…

24 rêbendan 2023 17:00
Berpirsekî PDKê: Astengiyên li pêsiya hilbijartinan…

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên îsal.

Serokê Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Zana Mela Xalid di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, weke PDKê tu nerazîbûneke wan li hember nûkirina yasaya hilbijartinan tune û ew ligel wê yekê ne ku hilbijartinên îsal bên kirin.

Herwiha Zana Xalid tekez kir, di derbarê yasaya hilbijartinan de nakokiyên cidî di navbera aliyên siyasî de hene û ragihand, divê astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê bên rakirin.

Serokê Fraksiyona PDKê ev agahî da:

“Îro piştî civîna Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Serokên Fraksiyonan, Komîteya Serokatiya Herêma Kurdistanê wê civîna xwe li dar bixe û nirxandin û pêşniyarên di civînê de ji aliyê fraksiyonan ve hatine kirin, gotûbêj bike. Piştre jî wê encamên her du civînan pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê bikin.”