Amerîka astengiyên li pêsiya bernameya atomî ya Îranê tundtir dike
PeyamaKurd – Serokatiya nû ya Amerîka ew ê astengiyên li pêşiya bernameya atomî ya Îranê tundtir bike.
Serokê nû yê Amerîka Joe Biden, do sûnd xwar û bi fermî dest bi kar kir. Piştî sûndxwarinê, berdevka nû ya Koşka Spî Jen Psakî, di civîneka rojnamevanî de behsa siyaseta Amerîka li hember bernameya atomî ya Îranê kir û diyar kir, ew ê astengiyên li pêşiya bernameya atomî ya Îranê tundtir bikin.
Herwiha Jen Psakî diyar kir, helbet Biden dê destpêkê bi hevpeymanên Amerîka re li ser vê mijarê gotûbêj bike, paşê biryarên pêwîst bide.
Berdevka Koşka Spî destnîşan kir, Biden di wê baweriyê de ye divê bi rêkên siyasî û dîplomatîk astengiyên li pêşiya xebatên atomî yên Îranê bên şidandin. Ji ber ku Îranê gelek xalên rêkeftina atomî binpê kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin