Berpirsê Amerîkî: Wê Biden di hevdîtina îro de hisyariyê bide Erdogan
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihandiye ku berpirsekî Amerîka gotiye, Serokê Amerîka Joe Biden wê di hevdîtina îro Yekşemê ya ligel Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de wî ji bo “kiryarên neberpirsyar” hişyar bike.
Berpirsê Amerîkayê ragihandiye, Biden dê îro Çarşemê li Lûtkeya G-20an de bi Erdogan re bicive û Biden wê Erdogan ji bo kiryarên neberpirsyar yên sûdê nadin pêwendiya Amerîkî – Tirkiyê, hişyar bike.
Wî berpirsî daye zanîn ku wê Biden bi Erdogan re guftûgoyan derbarê daxwaza Tirkiyê ya kirîna balafirên F-16 û pêwendiyên dualî yên di warê berevaniyê de bike.
Tirkiye û Amerîka hevalbendên NATOyê ne, lê hejmarek nakokiyên wan hene, di serî de jî mijara piştgiriya Amerîka ji Yekîneyên Parastina Gelê (YPG) re û kirîna Tirkiyê ya sîstema S-400 ji Rûsyayê. Herwiha Biden komkujiya Ermenan a ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hatibû kirin jî nas kiribû.
Lûtkeya Koma G-20 li Romayê di roja duyem de dewam dike û mijarên herî girîng ên di lûtkeyê de guhertina keşûhawayê, vîrûsa koronayê, pêvajoya derzîkirinê û asayîkirina rewşa aboriyê ya cîhanê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin