Berpirsê Amerîkî: Serok Biden girîngiyê dide ewlehiya Kurdistanê...
27 rêbendan 2023 22:55
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa derbarê ewlehiya Herêma Kurdistanê de got ku Serokê Amerîka Joe Biden hay ji girîngiya ewlehiya Kurdistanê û Iraqê heye.
Vedant Patel, li ser pirsa derbarê geşedanên siyasî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ragihand ku haya Serokê Amerîkayê ji ewlehiya Kurdistanê û Iraqê heye û wiha axivî:
“Amerîka dixwaze Iraqeke bihêz, yekgirtî, xwedî serwerî ku ji welatiyên xwe re xizmetên ewlehî, kar, elektrîk, av û tenduristiyê dabîn dike, bibîne.”
Di berdewamê de jî Patel got ku pêkanîna ewlehiyê ne tenê ji bo Iraqê herwiha ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
"Serok Barzanî girîngiyê dide Rojava û doza Kurdî"
15 rbn 2025
Jiyan
Berpirsê Amerîkî: Wê Biden di hevdîtina îro de hisyariyê bide Erdogan
31 cot 2021
Jiyan
Kongresa Amerîkî bo biryara erêkirina seroktiya Biden careke din civiya
07 rbn 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin