Kongresa Amerîkî bo biryara erêkirina seroktiya Biden careke din civiya

07 rêbendan 2021 13:31
Kongresa Amerîkî bo biryara erêkirina seroktiya Biden careke din civiya

PeyamaKurd – Kongresa Amerîkî, piştî alîgirên Donald Trump girtin ser avahiya Kongresê, carek din bo biryara Desteya Hilbijeran a hilbijartina Joe Biden wek serokê nû erê bike, civiya.

Girseyên hêrsbûyî, di bûyerên do de derî û şibakeyên Kongresê şikandibûn û bi darê zorê ketibûn hindurê Kongresê û di encamê de jinekê can dabû û Cîgirê Serok Pence û endamên Kongresê ji cîhên ewletir re hatibûn veguhastin.

Alîgirên Trump ku ji bo protestokirina encamên hilbijartina seroktiyê, hatibûn Washingtonê. Daxwaz dikirin prosesa jimartina dengên Desteya Hilbijeran (Electoral College) û erêkirina biryara wan ya hilbijrtina Biden ya wek serok, asteng bikin.

Serok Donald Trump îdia kiribû, di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin. Loma ji qanûndaneran xwestibû, biryara Desteya Hilbijeran pûç bikin.

Du civatên Kongresê - Civata Nûneran û Civata Senatoran – li ber e, di rûniştina hevbeş de belgeyên morkirî yên ji 50 eyaletên Amerîkî bixwînin, ku tê de tomarên dengên Desteyên Hilbijeran hene.

Li gor sîstema Amerîka, hilbijer dengê xwe ji bo hilbijartina delegeyên Desteya Hilbijeran bi kar tînin û ew jî piştî hilbijartinê gîştî dicivin û bi dengdanekê serokê nû diyar dikin.

Biden 306 dengên Desteya Hilbijêran biribûn û Trump jî 232 deng bi dest xistibûn.