Beriya hevdîtinên astiyê li Kabûlê teqîn: 4 kustî, 11 birîndar
19 adar 2021 00:06
PeyamaKurd - Li demeke ku li Moskowê aliyên siyasî yên Talîban û hikûmeta Afgan ji bo hevdîtinên aştiyê dicivin, li paytexta Afganistan Kabûlê di encama teqandina bombeyekê di otobûsekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku teqîn îro 18ê Adarê danê sibehê li taxa 17 ya Kabûlê rû daye û bombe bi otobûseke sivîlan de hatiye teqandin.
Berdevkê Polîsên Kabûlê Ferdewis Falamerz derbarê bûyerê de ragihand, li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 4 kes mirine û 11 kes birîndar bûne û hemû sivîl in.
Hikûmeta Afganî ji van teqîn û êrîşên vê dawiyê Tevgera Talîbanê tawanbar dike, lê heta niha ti aliyekî berpirsiya teqînê li xwe negirtiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin