Rêveberiya Xweser: Sam xelkê dixapîne û tu niyeteke çareserkirina rasteqîne li cem wê nîne

13 rêbendan 2022 13:59
Rêveberiya Xweser: Sam xelkê dixapîne û tu niyeteke çareserkirina rasteqîne li cem wê nîne

PeyamaKurd Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, hikûmeta Şamê bi rêya “lihevhatin û serastkirina rewşê” ku li navçeyê Rêveberiyê encam dide, raya giştî û xelkê dixapîne û tu niyeteke çareserkirina rasteqîne li cem wê nîne.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dide zanîn, hikûmeta Şamê bi mebest, kirîzên siyasî û aborî û civakî li Sûriyê piştguh dike, tenê li berjewendiyên xwe yên taybet digere li ser hesabê xelkê Sûriyê û siberoja wan.

Di daxuyaniyê de eşkere dike, hemû hewlên ku heya niha hatine dayîn, ne li gor asta pêwistiya rasteqîne ya Sûriyê ye, ku niha hewl dide di çarçoveyeke nû de, hebûna xwe li wan navçeyên ku nikare vegere, rewa bike piştî ku bi çend rêyan hewl daye, carna bi rêya çêkirina fitneyê di navbera pêkhateyên navçeyê de û hinek caran jî bi rêya armanckirina aramî û asayîşa navçeyê.

Li gor daxuyaniyê, siyaseta lihevkirina ya ku Sûriyê destpê kiriye, tenê ji bo xapandina xelkê û raya giştî ye, ku tê de kesên tawanbar derdixe weke kesên niştîmanperwer û vedigerin cem desthilatê.

Rêveberiya Xweser dibêje, ya baştir ew bû ku desthilat, mijara Diyaloga Niştîmanî weke  bingeh ji bo encamdana lihevkirinan bidîta ku li gor rastiya guhertinê be li Sûriyê, armanc jî tenê xelkê Sûriyê û siberoja wan be ne desthilat.

Herwiha Rêveberiya Xweser diyar dike, di demekê ku ew amade ne ji bo “Diyalogeke Niştîmanî ya Sûrî”, lê daxwaz ji xelkê dike ku nekevin xefka nûçeyên nerast û dengoyan ku asayîş û aramiya navçeyê dixe metirsiyê de û tekez dike, ew lihevkirinên hikûmetê, tenê ji bo bidestxistina armancên medyayî ne û ti bingeheke wan ji bo çaresekirina kirîza Sûriyê nîne.

Li gor daxuyaniyê, armanckirina navçeyên weke Reqa û Dêrezorê, tenê ji bo xapandina xelkê ye.