Berdevkê HSDê: Emê ji herêmên sînor vekisin

20 cotmeh 2019 13:43
Berdevkê HSDê: Emê ji herêmên sînor vekisin

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ji medyayê re ragihand ku piştî vekirina korîdora însanî û tehliyekirina xelkê ew dê ji Serêkaniyê û herêmên sînorî vekişin.

Xelîl diyar kir ku li gorî rêkeftina 17ê Cotmehê di navbera Amerîka-Tirkiye û HSDê de hatiye kirin ewê vekişîna xwe pêk bînin.

Xelîl herwiha daye zanîn ku vekişînê bi kordîneya Amerîkayê dest pê kiriye û dewam dike. 

Di êrîşên artîşa Tirkiyê û çekdarên tundrew ên ser Rojavayê Kurdistanê de, bi sedan sivil û şervanan can da û bû sedema karesateke mirovî ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ango qedexekirî jî li komîsyonên Neteweyên Yekbûyî kete ber lêkolînê.

Li gorî rêkeftina navbera Tirkiye-Amerîkayê, ji bo vekişîna YPG/HSD ji herêmên sînorî 120 saet mohlet hatiye dayîn ku tevî îro 4 roj bi ser de derbas dibin.