Berdevkê Hevpeymaniyê: Wê rahênana Pêsmerge bi awayê herî bas be

12 gulan 2020 22:51
Berdevkê Hevpeymaniyê: Wê rahênana Pêsmerge bi awayê herî bas be

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Myles B. Caggins got ku ew niha hewl didin, bi awayekî herî baş bernameya rahênana Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê dîsa dest pê bike.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles B. Caggins ji Rûdawê re daye xuyakirin ku bernameya rahênana Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê ku ji ber metirsiya belavbûna koronayê hatibû ragirtin, dîsa dest pê dike.

Myles B. Caggins diyar kir ku dibe bernameya ji bo Hêzên Pêşmerge û bernameya ji bo hêzên ewlehî yên Iraqê ji hev cuda bin û wiha got:

“Bernameya Iraqê dê hinek derengtir dest pê bike, lê dibe ku li herêma federal (Herêma Kurdistanê) cûdatir be. Em dizanin ku NATO niha ligel berpirsên hikûmeta Iraqê di nav têkiliyan de ne û dixwazin roleke berfirehtir ji bo rahênana hêzên Iraqî werbigrin.”

Ji bo dema destpêkirina rahênana Hêzên Pêşmerge jî Caggins da zanîn ku welatên endamên hevpeymaniyê yên weke Îtalya, Finlanda û Macaristanê dê piştî asayîbûna rewşa koronayê dest bi rahênana Hêzên Pêşmerge û Zêrevanî bikin.

Caggins destnîşan kir, ji bo vê mijarê jî peywendiyên wan dê ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Berdevkê Hevpeymaniyê bal kişand ser zêdebûna êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li hemberî hêzên Iraqê û da xuyakirin, hikûmeta Iraqê di van herdu hefteyên dawiyê de ji 7 welatên endamên hevpeymaniya li dijî DAIŞê piştevaniya hêla asmanî xwestiye.

Caggins got, heta metirsiya DAIŞê hebe ew dê li hemberî wê rêxistinê têkoşîna xwe berdewam bikin û diyar kir,  wan ji destpêka îsal ve heta niha li Iraq û Sûriyê zêdeyî 200 operasyonên asmanî li dijî DAIŞê encam dane û gelek cihên rêxistinê ji nav birine.