Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniyên girîng bo Pêsmerge û HSDê

05 adar 2020 19:31
Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniyên girîng bo Pêsmerge û HSDê

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Myles B. Caggins, ragihand ku dê hevkarî û alîkariya wan bo hêzên Pêşmerge berdewam bike û li çar bingehên cûda niha rahênana Pêşmerge û hêzên Zêrevanî dikin.

Caggins ji bo hêzên li Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku şirîkatiya wan a digel HSDê didome û got, “HSD şirîkike baş a hevpeymaniyê ye û di şerê dijî DAIŞê de 11 hezar windahî dane. Dê hevkariya hevpeymaniyê û hêzên Amerîkî li Hesekê û Dêrazorê wekî şirîk bimînin.”

Myles B. Caggins, herwiha da xuyakirin ku ew dê li Idlibê jî piştgiriya endama NATO Tirkiyê bikin.