Berdevkê Artêşa Îranê: Şert û mercên şer hîn jî didomin
Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Akraminiya diyar kir ku ew baweriya xwe bi Amerîka û Îsraîlê naynin, û şert û mercên şer hîn jî didomin.
RûpelNews - Berdevkê Artêşa Îranê Akraminiya li ser televîzyona dewletê derbarê agirbesta bi Amerîka û bûyerên heyî de axivî.
Akraminiya got, "Ji bo me, şert û mercên şer hîn jî derbasdar in. Çavdêrî û amadekirina alavan bênavber berdewam dikin."
Berdevkê Îranê diyar kir ku ew tevî agirbestê jî şer bi dawî nabînin ji ber ku ew baweriya xwe bi Amerîka û Îsraîlê naynin, û got ku ew her gav pêvajoyê wekî ku şer berdewam dike dinirxînin û amadekariyên xwe yên leşkerî didomînin.
Akraminiya destnîşan kir ku ger dijmin hewl bide êrîşeke din bike, Hêzên Çekdar ên Îranê dê bi amûrên nû, rêbazên nû û deverên nû bersiv bidin.
