Trump: Şertên peymanê ku ji Îranê belav kirin ne rast in
Serokê Amerîkayê Trump îdia kir ku ew xalên peymana ku bi Tahranê re dihat çaverêkirin ji aliyê medyaya Îranê ve hatibûn weşandin, rastiyê nîşan nadin.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya Truth Social di parvekirineke nû de bertek nîşanî raporeke ajansa nûçeyan a Mehrê ya derbarê "peymaneke 14 xalan" de da.
Trump di peyama xwe de wiha nivîsî, "Mercên ku ji aliyê Îranê ve di nûçeyên wê yên derewîn de hatine weşandin, bi ti awayî ne girêdayî wan mercan in ku bi nivîskî li ser li hev hatiye kirin" û anî ziman ku îdiayên Îranê rast nîn in. Mirovên bêrûmet in."
Xalên ji medyaya Îranê belav bûn çi bûn?
Ajansa nûçeyan a Mehr a nîv fermî ya Îranê hûrgiliyên pêşnûmaya peymanê ya di navbera Amerîka û Îranê de ragihandibû.
Pêşnûmaya 14-xalî diyar dikir ku dijminatî li hemû eniyan, tevî Lubnanê jî, dê bi awayekî mayînde û tavilê were rawestandin. Amerîka dê destwerdana karûbarên navxweyî yên Îranê neke û rêzê li serweriya Îranê bigire û dorpêça deryayî dê di nava 30 rojan de bi temamî were rakirin. Her wiha Amerîka dê hêzên xwe ji derdora Îranê vekişîne.
