Berdevkê AKPê: Heta hêzên Sûriyê venekisin, wê xebatên TSKê bidomin

11 sibat 2020 00:04
Berdevkê AKPê: Heta hêzên Sûriyê venekisin, wê xebatên TSKê bidomin

PeyamaKurd – Berdevkê partiya deshilatdar a Tirkiyê AKPê Omer Çelîk, li ser mijara krîza Idlibê, hevdîtinên bi heyeta Rûsî re û êrîşa îro ya rejîma Sûriyê daxuyanî dan.

Omer Çelîk got, ne mimkun e Tirkiye ji xalên çavdêriyê yên Idlibê vekişe û heta hêzên rejîmê ji xeta ku binpêkirine venekişin û neçin cihên xwe yên berê wê artêşa Tirkiyê li dijî wan erka xwe bicih bîne.

Çelîk derbarê hevdîtinên du roj in li Enqerê bi heyeta Rûsî re berdewam dikin jî diyar kir ku ti encamek derneketiye û dê TSK (Hêzên Çekdarên Tirkiyê) ji bo derxistina hêzên rejîma Sûriyê ji wan herêman, xebatên pêwîst bike.

Berdevkê AKPê herwiha da xuyakirin ku heger pêwîstî pê hebe, mimkun e Erdogan û Pûtîn li ser mijara Idlibê bicivin.