Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî: “Me li kestiyên ser yên Amerîkayê xist”

28 gulan 2024 02:32
Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî: “Me li kestiyên ser yên Amerîkayê xist”

PeyamaKurd – Berdevkê Hûsiyên Yemenê Yahya Serî di televizyona El-Mesira de got ku Hûsiyên Yemenê li Derya Sor û Okyanûsa Hindê li sê keştiyên şer yên Amerîkayê xistine. Seri gotiye ku di nav keştiyan de 2 keştiyên şer û keştiyekî din hene.

Serî di daxwuyaniya xwe de got ku li Okyanûsa Hindê li keştiya bi navê Larego Desert û ya îsraîlê ya bi navê MSC Mechela xistine. Li Derya Sor jî li keştiya bi navê Minerva Lisa xistine lê nehsa koka keştiyê nekir.

Serî her weh aragihand ku li Derya Sor bi dronan li 2 keştiyên şer yên Amerîkayê xistine û drone tam li hedefên xwe xistine.