Berdevkê artêsa Îsraîlê: “Em nikarin Hamasê ji ortê rakin”

20 hezîran 2024 01:54
Berdevkê artêsa Îsraîlê: “Em nikarin Hamasê ji ortê rakin”

PeyamaKurd – Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku Hamas partiyekî fikrî û siyasiye û ne mumkine ku Hamasê ji ortê rakin û Hamas koka xwe xistiye dilê mirovan. Kesê difikirin Hamasê ji ortê rakin şaş difikirin. Hagari ji bo TV ya Kanal 3 li ser operasyonên ser Xezzayê got:

“Fikra rakirina Hamasê ji ortê weka avêtina qûmê ya nav çavên mirovaye. Hamas fikrekiye, partiyekî siyasiye. Divê di şûna Hamasê de tiştekî din bê danîn. Dîlên Xezzayê bi operasyonên leşkerî em nikarin paşde bînin.”

Li ser gotina Hagari jî Netenyahu bertekê nîşan da û got:

“Hedefa me ew e em Hamasê hem îdarî û hem leşkerî ji holê rakin. Ev berpirsiyariya artêşa Îsraîlê ye.”