Artêsa Îsraîlê: Fermandarê Hamasê hat kustin!
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyona xwe ya leşkerî ya li bakurê Şerîeya Rojava de lîderê Hamasê û 2 milîtan kuştine.
Artêşa Îsraîlê, ajansa ewlekariya navxweyî Şîn Bet û Polîsên Sînor ê Îsraîlê îro danê sibê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku Vîsam Hazim di operasyoneke li herêma Cenînê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsên sînor Hazim di wesayîtekê de girtin û bêbandor kirin. Hêzên ewlehiyê Hazim bi organîzekirin û rêvebirina êrîşên bi çek û bombeyî tawanbar kirin.
Hate diyarkirin ku 2 kesên din ên hatine qetilkirin Maysara Meşarqa û Erefat Amer in. Hat îdiakirin ku herdu kes beşdarî êrîşên çekdarî bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku cenazeyên kesên ku hatine kuştin ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine birin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin