Berdan Çiyakurd: Hevdîtinên bi Samê re encam nedan, bi fermî gotin ku ew ne amade ne

11 gulan 2020 17:25
Berdan Çiyakurd: Hevdîtinên bi Samê re encam nedan, bi fermî gotin ku ew ne amade ne

PeyamaKurd - Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Rêveberiya Xweser Berdan Çiyakurd da xuyakirin, hewldanên Rûsyayê yên ji bo hevdîtinên Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser ji ber gelek sedeman bê encam mane.

Berdan Çiyakurd di bernamaya Ronahî TV de got, “Hikûmeta Sûrî dixwaze herêmê vegerîne beriya sala 2011 û bi vî rengî nêzî hevdîtinan dibe û ev yek jî derveyî çareseriya siyasî ye. Di heman wextê de dewletên mîna Tirkiyê û Îran zextê li Hikûmeta Şamê û Rûsyayê dikin da ku ew hevdîtin encam negirin”

Çiyakurd da zanîn, “Hikûmeta Şamê ji Rûsyayê re gotiye, ew ji bo danûstandinan ne amade ye. Ev yek jî vedigere krîzên navxweyî yên hikûmetê”

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kir ku Rûsya danûstandinên Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser weke zextekê li dijî welatên din bi kar tîneû wiha axivî:

 “Dema pirsgirêk di navbera Rûsya û Tirkiyê de derdikevin, Rûsya bi germî nêzî van hevdîtinan dibe û dema pirsgirêkên wan çareser dibin, xwe ji bo pêkanîna hevdîtinan sar dike”

Çiyakurd got ku divê diyalog dûrî zext û lihevkirinên bi Tirkiyê û Îranê were meşandin, heta ku bighêje encamekê.

Berdan Çiyakurd dibêje, “Nêrîna vê herêmê ya çareseriyê bi naskirina Rêveberiya Xweser,HSDê û Asayîşê ve girêdayî ye. Bêyî naskirina wan ne pêkan e ku çareserî çêbibe û ti hêzeke din li vê derê nayê qebûlkirin.”