Îranê ji bo hevdîtinên ‘Enqere-Samê’ pozîsyona xwe eskere kir

13 rêbendan 2023 23:33
Îranê ji bo hevdîtinên ‘Enqere-Samê’ pozîsyona xwe eskere kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahyan, li ser pirsa nêzîkbûna hikûmetên Enqere û Şamê daxuyanî da û helwesta Îranê eşkere kir.

Ebdulahyan di civîna rojnamevanî ya serdana xwe ya paytexta Lubnanê Beyrûdê de, li ser pirsa rojnamevanan, nêrîna Îranê ya derbarê hevdîtinên asayîbûnê yên navbera Tirkiye û Sûriyê de anî ziman.

‘Em nêzîkbûna Enqere-Şamê bi kêfxweşî pêşwazî dikin’   

Wezîrê Îranê got, “Em hevdîtinên navbera Tirkiye-Sûriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em bawer dikin wê hevdîtin bandoreke erênî li berjewendiyên herdu welatan bikin.”