Bennett: Lihevkirina li Vîyenayê me girê nade, Îran gefa herî mezin e ji bo Îsraîlê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, di civîna heftane ya kabîneya hikûmetê de, eşkere kir, ‘gefa herî mezin bo Îsraîlê Îran e.’
Bennett wiha axivî: “Ji bo Îsraîlê gefa herî mezin Îran e. Em xwe berpirsiyar dibînin ku bala xwe bidin ser bernameya nukleerî ya Îranê û helbet em hevdîtinên Vîyenayê dişopînin.”
Li ser hevdîtinên berdewam yên Vîyenayê yên bo bernameya nukleerî ya Îranê jî Bennett diyar kir: "Yên ku difikirin lihevkirina bi Îranê re, wê îstiqrarê zêde bike şaş in. Îran wê tenê bi awayekî demkî dewlemendkirina Ûranyomê dereng bixe, lê belê em ê hemû bedelê vê yê giran li herêmê bidin.”
Bennett careke din destnîşan kir ku lihevkirina li Vîyenayê ya bi Îranê re wan girê nade û got, Îsraîl niha ji bo damezrandina hêza herî mezin a leşkerî xebatên xwe bi dehan sal in didomîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin