HDP li dijî gotinên Sivan Perwer ên derheqê Êzidiyan de derket: Me girê nade...

27 nîsan 2020 20:50
HDP li dijî gotinên Sivan Perwer ên derheqê Êzidiyan de derket: Me girê nade...

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser bernameya şeva borî (27 Nîsan 2020) ku Şivan Perwer li ser medya civakî beşdar bûbû û nirxandin li ser gelek mijaran kiribûn daxuyanî da.

Şivan Perwer wekî beriya niha dîsa bêrêzî li nirxên civaka ola Êzidî kir û li ser mijara zewacê Êzdatî wekî faşîstî pênase kir.

HDPê li ser gotinên Şivan daxuyanî da û got, nirxandinên wî yên taybet li ser Êzidiyan ku civaka êzidî êşandiye wan girê nadin û gotinên wî yên şexsî ne.

HDPê herwiha got ku ew ne hizra wan nirxandinên Şivan Perwer  de ne û heger heqaret û bêrêzî tê de nebe, mafê her kesî ye nêrînên xwe derbire.

Rêxistina Stenbolê ya HDPê şevê din bi beşdariya Şivan Perwer û hunermend Genim li ser medya civakî hevpeyvîneke zindî di torên medya civakî de weşandibû.