BBC: Îmaratê li Yemenê kustina siyasiyan fînanse kiriye
PeyamaKurd – Hate angaştin ku dewleta Îmaratê, bi fînansekirina kuştina siyasetmedarên li Yemenê hewl daye ku rageşiya navbera hikûmeta Yemenê û komên çekdar ên ku bi êrîşên xwe yên demên dawî yên li Deryaya Sor ketine rojeva cîhanê, berz bike.
Jêdereki nepen ji BBC Erebî re axiviye û gotiye ku “Perwerdehiya dije-terorê ya ku ji hêla leşkerên bi pare yên Amerîkî ve ji efserên Îmaratî re hatiye dayîn, ji alî Îmaratê ve li Yemenê ji bo hin kesên ji Yemenê re hatiye dayîn û ve yekê hejmara kuştinên suîkastî zêde kiriye.
Jêderê BBCyê mîsoger kiriye ku her çend leşkerên Amerîkî destnîşan kirine ku armanca wan têkbirina hêzên El Kaîde û DAIŞê yên başûrê Yemenê ye jî, di rastiyê de Îmarat ji bo hêza ewlehiyê ya ku bi armanca li Yemenê li dijî Hûsiyan şer bike pêk anîye, bi endamên El Kaîdeyê yên berê re xebitiye.
BBCyê di nûçeya xwe de herwiha daye zanîn ku Îmaratê, kesên ku pêwendiya wan bi bûyerên terorê re tunebûne jî daye kuştin.
Hikûmeta Îmaratê angaştên ku BBCyê weşandiye red kir û got ku "ev angaşt derew û bê bingeh in."
Li Yemenê, di nav sê salen dawî de ji 100î zêdetir sûîqestên siyasî pêk hatin û ev kuştinên siyasî, yek ji pirsgirêkên Yemena şerekî navxweyî ku destê gellek hêzên navneteweyî tê de ye dijî.
Pisporên siyasî yên Rojhilata Navîn di nirxandinên xwxe de destnîşan dikin ku ev rewşa dijwar a Yemenê, nahele ku hikûmeta Yemenê ya ku di qada navneteweyî de tê nasîn mayînde bibe.
Pispor herwiha destnîşan dikin ku ev rewşa heyî ya Yemenê, rasterast nebe jî nerasterast bêtir bi kêrî Hûsiyen şîa yên girêdayî rejima Îranê tê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin