Artêsa Alman planên kustina siyasiyan kiriye
PeyamaKurd- Li Almanya amadekariya hêzên taybet ku xwestine kuştinên siyasî bikin derket ortê. Hinek leşkerên di artêşê de xwestine ji kesên siyasî re kemînan deynin. Di nava wan de serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokê gruba meclisê ya federal ji partiya çep Dietmar Bartsch jî di nav de, gelek kes hene.
Kesekî di artêşa Almanya de yê bi navê Franco A. xwe xistiye kirasê Sûriyeyiyan û plan kiriye ku êrîşên terorî bike, daîra krîmînal ya Almanya di derbarê wî de lêpirsînan kiriye û komployeka mezin derxistiye ortê.
Li gor belavkirina Focus ê ku belgeyên lêpirsîna wezîfedarên daîra krîmînal ya federal bidest xistiye, komandoyên ku bi ser hêzên taybet yê artêşa Almanya ve ne, îşaretên wan ketine dest ku xwe amade kirine da kuştinan li siyasiyan bikin. Navê xwe 'Nordkreuz (Xaça Bakûr)' danîne û cepxaneya wan, depoyên ardûyan hene û ji grûba leşkerî ya îstîxbarata li hember (MAD) albayekî hebûye ku xwestiye lêpirsînê bide rawestandin lê dema wî ferq kirine wî girtine û xistine zîndanê.
Hukumeta Almanya di vê mijarê de hêj beyanekî nedaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin