Bazirganên tirk: Zeyta Efrînê bazarê têk dide

26 mijdar 2018 19:47
Bazirganên tirk: Zeyta Efrînê bazarê têk dide

PeyamaKurd - Bazirganên zeytê yên Tirkiyê ji ber anîna zeyta zêda ya Efrînê bo bazarê nîgeran in û dibêjin, bazara zeytê dê bikeve xeterê û qezenca wan kêm bibe.

Parlamentarê Partiya Komarîya Gel (CHP) Ahmet Vehbî Bakiroglu anîna zeyta Efrînê bo bazara Tirkiyê anî rojevê û got, “Rayedarên hikûmeta Tirkiyê gotin, dê 50 hezar ton zeyta Efrînê ji bo bifiroşin welatên sêyemîn werînin Tirkiyê. Ev biryar dê ziyaneke mezin bigihîne hilberînerên zeytê yên Tirkiyê.”

Bakiroglu dibêje, niha jî Wezîrê Çandiniyê Bekîr Pakdemirlî dide xuyakirin, “Heta niha 600 ton zeyta Efrînê ketiye bazara Tirkiyê û dê ev heta 5 hezar tonan were zêdekirin. Ji xwe hilberînerên zeytê zirarê dikin. Dê anîna 5 hezar ton zeyta Efrînê zirara wan zêdetir bike.”

Bazirgan û hilberînerên zeytê yên Tirkiyê ji biryara anîna zeyta Efrînê bo bazara Tirkiyê nerazî ne û wekî sedem jî kêmbûna bihayê berhemên xwe nîşan didin ku ew nikarin wan bifiroşin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku artêya Tirkiyê digel çekdarên opozîsyona Sûriyê bajarê Efrînê dagir kir, gelek nûçeyên talan û diziyê yên çekdarên opozîsyonê derketin ku niha jî Tirkiye bi awayekî fermî berhemên Efrînê tîne nav bazara xwe daku ji wan berheman mifayeke aborî bi dest bixe.