2.500 TIR Zeyta Efrînê dikeve bazara Tirkiyê
Peyamakurd - Ev demeke li medya tirk nûçeyên ku zeyta Efrînê bi rêyên neyasayî dikeve bazara Tirkiyeyê tên belavkirin.
Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê rêveberê Konseya Zeytûn û Zeytê Murat Narîn li ser nûçeyên anîna 50 hezar ton zeyta qaçax ji Sûriyê bo Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan da.
Narîn got, gotegotên zeyta qaçax bixwe jî bazara Tirkiyê ya zeytê serobinî hev dike û herwiha îtibara konseya zeytê jî li bazarê nahêle.
Li gor zanyariyan, bi qasî 50 hezar ton (2500 TIR) zeyta Sûriyê ango bi taybet zeyta Efrînê dê bikeve bazara Tirkiyê û ev jî dê bihayê zeytê li Tirkiyê gelekî kêm bike. Tê ragihandin ku dê zeyta Efrînê bi rêya deriyê Cindirêsê yê ku 8ê Mijdarê hatibû vekirin, bo Tirkiyê bê şandin.
Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji 20ê Adara 2018an ve ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyonê ku gelek caran nûçeyên talan û diziya mal û milkê xelkê Efrînê tevî dîmenan li medya cîhanî belav bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin