Barzanî: Gelê Kurdistanê ti carî rê nade mafên wan bên binpêkirin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo salvegera peymana 11ê Adara 1970ê ya di navbera Kurdistan û Iraqê de hat îmzekirin peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî di 54emîn salvegera rêkeftina 11ê Adarê ya piştî Şoreşa Îlonê ya di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê de ragihand, gelê Kurdistanê ti carî rê nade Iraq vegere serdema dîktatorî û desthilatdariyê.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Îro 54emîn salvegera ragihandina Peymana 11ê Adara 1970ê ye ku serkeftina dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi serokatiya nemir Barzanî ye.
Şoreş, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê neçar kir ku hinek mafên rewa yên gelê Kurdistanê nas bike. Bi taybetî jî li ser guhertina destûra demkî lihevkirinek hat kirin, ku Iraq ji du neteweyên sereke (Ereb û Kurd) pêk tê û mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûrê de hat naskirin.
Lê di dawiyê de rejîma Iraqê ji wê rêkeftinê derket û dest bi şer û dijberiya gelê Kurdistanê kir. Di encamê de Iraq rastî wêranî û karesateke mezin hat ku îro jî gelê Iraqê berdêla wê yekê dide.
Bi vê minasebetê em tekeziyê li ser pêwîstiya parastin û rêzgirtin li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin. Gelê Kurdistanê ti carî rê nade ku mafên wan bên binpêkirin, zilm û zordarî bê kirin û Iraq vegere serdemeke dîktatorî û otorîter.” <
>Today, 54 years since the March Agreement, is a powerful reminder of our gains and the price it has cost to secure them.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 11, 2024
We cannot be complacent now; we must continue to protect the hard-fought freedoms and rights of the people of the Kurdistan Region -mb. pic.twitter.com/goZXyXAUb2

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin