Barzanî: “Ez Nadia Murad pîroz dikim!”

05 cotmeh 2018 15:15
Barzanî: “Ez Nadia Murad pîroz dikim!”

PeyamaKurd- Ji ber ku Nadîa Murad “Xelata Nobelê ya Aşîtiyê ya sala 2018an stand, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ew pîroz kir.

Îsal Xelata Nobelê ya Aşîtiyê ya sala 2018an aktîwîsta Kurd a Êzîdî Nadîa Murad û Doktor Denis Mukwegeyê Kongoyî standin.

Li ser vê yekê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşand û wiha got: “Ez Nadîa Murad a ku Xelata Aşîtiyê standiye ji dil û can pîroz dikim. Ez heyranê xîret û cesareta wê me. Hemî gelê Kurdistanê bi wê şanaz in.”