Barzanî: “DEAS ji arîseyên navbera Bexda-Hewlêrê fêde dibîne”

01 sibat 2019 23:31
Barzanî: “DEAS ji arîseyên navbera Bexda-Hewlêrê fêde dibîne”

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di bernameyekê de ragihand ku DEAŞ ji dijîtiyên navbera Bexda û Hewlêrê fêde dibîne. Barzanî di axaftina xwe de weha got:

“DEAŞ dixebite da ji dijîtiya navbera Bexda û Hewlêrê fêde bibîne. Bi vê sedemê divê hevkariya navbera Bexda û Hewlêrê bê xurtkirin û em vê yekê girîng dibînin.”

Barzanî ragihand ku DEAŞ di herêmên ku li ser wan arîşe hene, tehdîdeka mezine û ger tedbîr neyên sitendin, wê tiştên xerabtir bibin. Barzanî weha dewam kir:

“Her çendîn di tehdîdên DEAŞê de kêmbûn hebe jî, bi temamî ji ortê ranebûye. Bi vê sedemê pêwiste civaka navdewletî û koalîsyona navdewletî li hemberê vê tehdîdê tedbîrên ji dil bigre.”

Barzanî behsa têkiliyên Bexda-Hewlêrê kir û got ku atmosfereka baş di têkiliyan de heye û serokwezîr Adil Abdulmêhdî xwe bi awayeka baş dide ber çareserkirina pirsgirêkan û razîbûna xwe diyar kir.