Mesrûr Barzanî: Dibe ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê...
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, Hikûmeta Iraqê pêbend e ku biryara Dadgeha Federalî ya li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê rawestîne.
Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê di hevpeyvînekê ligel “Reuters” da zanîn, dibe ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de di mehên bê de bi derxistina yasaya petrol û gaze bên çareserkirin.
Herwiha eşkere kir, rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê ya li ser projeyasaya budceyê, wê alîkariya Herêma Kurdistanê bike ku pirsgirêka paşxistina mûçe çareser bike û deynên kompanyayên petrolê di dema xwe de bide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, wan li hev kirine ku heta yasaya nû ya petrol û gazê neyê derxistin, hemû fişarên li ser herêmê rawestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin