Barrack: Amerîka her tim Kurdistanê wek hevpeymanekê dibîne
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Tom Barrack, tekezî li ser girîngiya serkirdetiya Serok Mesûd Barzanî kir û got Amerîka her tim Herêma Kurdistanê wek dost û hevpeymanekê dibîne.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Tom Barrack û Serok Mesûd Barzanî îro bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniyê, Barrack di dema axaftinê de silav û rêzên Serokê Amerîkayê Donald Trump gihand Serok Barzanî û spasiya Serok Barzanî kir ji bo rola wî ya di birêvebirina siyaseta herêmê bi şarezayî û parastina ewlehiya wê de.
Barrack tekez kir ku Amerîka her tim Herêma Kurdistanê wek hevpeyman û dost dîtiye û dê li ser domandina hevrêzî û hevkariyê bi Herêma Kurdistanê re berdewam be.
Barrack got ku Herêma Kurdistanê û Îaq ji bo Amerîkayê di herêmê de xwedî cihekî girîng in û diyar kir ku Amerîka dê piştgiriyê bide çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de bi awayekî ku ji bo her du aliyan sûdmend be, bi berçavgirtina rewşa herêmî ya niha ya aloz.
Serok Barzanî spasiya Trump dike
Li gorî daxuyaniyê, Serok Mesûd Barzanî her wiha spasiya Serok Trump kir, rêz û pêzanînên xwe pêşkêş kir û spasiya Tom Barrack ji bo rola wî ya bibandor kir.
Serok Barzanî her wiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê her dem ji bo tevahiya herêmê aramî û aştiyê dixwaze û ku gelê kurd bawerî bi demokrasî, pêkvejiyan û diyalogê heye. Barzanî her wiha diyar kir ku kurd her tim beşek ji çareseriyê bûne, ti carî nebûne beşek ji pirsgirêkê an şer û aloziyan û dê tu carî nebin jî.
Serok Barzanî her wiha amaje bi êrîşên ku ji aliyê hin hêzên neyasayî ve li dijî Herêma Kurdistanê kir.
Di dawiya civînê de, herdu aliyan li hev kirin ku divê Herêma Kurdistanê û Îraq ji şerê berdewam dûr bên girtin û jê bên parastin.
