Baregeha Barzanî: 'Serok Barzanî ti carî daxwaza sîstema du îdaretiyê ji YNKê nekiriye'
01 mijdar 2020 15:03
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser nûçe û îdiaya malpera Draw Medya daxuyaniyek belav kir û red kir ku Serok Mesûd Barzanî nameyek ji YNKê re şandiye û daxwaza sîstema du îdaretiyê kiriye.
Malpera kurdî ya Draw Medya doh 31ê Cotmehê di nûçeyeke xwe de îdia kiribû, Serok Barzanî nameyek ji YNKê re şandiye û daxwaz kiriye, “bila PDK deverên xwe birêve bibe û YNK jî deverên xwe…!”
Baregeha Barzanî bersiva wê malperê da û îdia red kir.
Di daxuyaniya Bargeha Barzanî de hat gotin: “Serok Barzanî ti carî nameyeke wisa ji YNKê re neşandiye û daxwazeke wiha jî nekiriye.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Serok Barzanî: Hindik mabû li Rojava karesateke mezin rûbide
05 sbt 2026
Kurdistan
Aymaz:Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket
04 sbt 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin