Berdevka Baregeha Barzanî: 'Rola Serok Barzanî ji bo Êzidiyan berçav û diyar e'
PeyamaKurd - Berdevka Baregeha Barzanî Xalîde Xelîl, ragihand ku Rola Serok Barzanî ji bo Êzidiyan berçav û diyar e, lê Êzidî niha ji ber hebûna komên neyasayî nikarin vegerin Şingalê.
Xalîde Xelîl ji K24ê re gotiye: “Rola Serok Barzanî ji bo Êzidiyan berçav û diyar e û bi berdewamî piştevaniya Êzidiyan kiriye. Di sala 2015an de Şingal li ser destê Serok Barzanî hat rizgarkirin û êzdî jî bi destê cenabê wî hatin rizgarkirin.”
Berdevka Baregeha Barzanî diyar kir: “Mixabin piştî rizgarkirina Şingalê, ew navçe ketiye destê hinek aliyan û rewşa wê niha ne aram e. Ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera xelkê wê rêkeftina Şingalê îmze kirin.”

Berdevka Baregeha Barzanî da zanîn, heta niha rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û komên neyasayî, milîs û PKK li wir mane, ku bûne asteng li pêşiya vegera xelkê wê bo mal û milkên xwe.
Xalîde Xelîl bibîr xist: “Hin alî li Bexdayê hene rê li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê digrin. Em ligel wê yekê ne ku xelk bi awayekî xwebexş vegerin warên xwe. Ne wek hikûmeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan ku dixwazin xelkê Şingalê bi zorê ji kampên Herêma Kurdistanê vegerînin.”
Herwiha Xalîde Xelîl got: “Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî alîkarîya xelkê Şingalê kirine û di kampan de hemû pêdawîstiyan ji wan re dabîn kirine.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, teroristên DAIŞê li roja 3ê Tebaxa 2024an êrîşî Şingalê kiribûn û Êzidiyên Şingalê û wê deverê hatibûn jenosîd kirin. Di wê êrîşê de, teroristên DAIŞê zêdetirî 6500 jin û zarokên Êzidî revandin û zêdetirî 350 hezar kesên din jî koçberê kampên Herêma Kurdistanê bûn. Herwiha nêzî 2500 Êzidiyan jî heta niha winda ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin