Baqirî: Amerîka xwest mudaxeleyê Îranê bike

23 tîrmeh 2018 15:42
Baqirî: Amerîka xwest mudaxeleyê Îranê bike

PeyamaKurd- Serokerkanê Îranê tumgeneral Muhammed Baqirî ragihand ku ev sal û nîve artêşa Amerîka dixwaze mudaxeleyeka leşkerî bo Îranê bike.

Serokerkanê Îranê Baqirî, di konferansa stratejiya ya bo xizmeta leşkeran de axifî û weha got: “ Rêvebiriya Amerîka ya niha bi şerê leşkerî tehdîd nake. Li gor agahiyên ku gihane me, rêvebiriya Trump, di 1, 5 ê dawiyê de artêşa Amerîkayê hewl daye ku mudaxeleyê me bike.”

Li gor ajansa Tasnimê Baqirî gotiye ku rejîma Îranê di bin şiddeta dorpêç û tehdîdan de ye û weha dewam kiriye:

“Dijmin ewilî dorpêçên aborî xiste plana pêş.”