‘Banka Nistiman’ a Kurdistanê vedibe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê, bi navê ‘Banka Niştiman’ yekem banka fermî ya hikûmî hate tomarkirin û di demeke nêz de jî dest bi kar dike.
Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan li Herêma Kurdistanê Bilind Mihemed ragihand, îro 21ê Îlonê li ser fermana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Banka Niştiman wek yekem banka hikûmî li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin ku kompanyayeke giştî û bankî ya hikûmî ye û pêwendiya wê ya rasterast ligel Banka Navdewletî ya Iraqê heye.
Bilind Mihemed got: “Hemû taybetmendî û hêsankariyên Banka Cîhanî li Banka Niştiman heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê mebesta wê ew e ku karmend sûdê ji xizmetên vê bankê werbigirin. Ev jî dê hêsankariyê bide şandina pere û bûdçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ku pêwîstî bi pevguhertina pere û hin tedbîrên din nîne. Wek Banka Navendî, sîstema bankî û sîstema mûçexwaran tê de heye.”
Herwiha Bilind Mihemed diyar kir: “Ev kompanya wek kompanyayeke giştî hatiye damezrandin, pêştir beşek ji rêkarên wê ji Banka Navendî ya Iraqê dest pê kirine. Desteya Damezirîner jî ji Wezîrê Darayî û hejmarek endamên din pêk tê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin