Banga Newroza Kurdistaneke Tendurist: Cejnê li malên xwe pîroz bikin!
PeyamaKurd - Hejmarek ji çalakvan û rewşenbîrên Kurdistanê dest bi helmeta ku Kurdistanî îsa di roja Cejna Newrozê de, ji bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin di malên xwe de pîroz bikin dan destpêkirin.
Çalakvanên ji çar perçeyên Kurdistanê di diruşma “Newroza Kurdistaneke Tendurist” kampanyayek dane destpêkirin ku Kurdên hemû beşên Kurdistanê Cejna Newrozê şeva 20ê Adarê û roja 21ê Adarê li malê bi vêxistina mûman, bilindkirina ala Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb pîroz bikin.
Peyam û banga çalakvanan bo Newroza îsal wiha ye:
Kurdistaniyên hêja:
Newroz weke resentirîn cejna neteweya Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi derketin ji mal û vêxistina agirê hatiye pîrozkirin.
Lê îsal di 2020an de bi sedema vê rewşa nexwaz a vîrosa Coronayê ku bi ser Kurdistan û cîhanê de zal e, em ji Kurdistaniyan re daxwaz dikin ji bo parastina tendurustiya xwe û neteweya xwe îsal em di malên xwe Newroza xwe pîroz bikin. Bo vê yekê em dikarin bi berxwekirina kincên Kurdî, hilkirina alaya Kurdistanê, xwendina sirûda "Ey Reqîb"ê, bi muzîk û stranên Kurdî û vêxistina mûman li dewsa agirê newroza xwe pîroz bikin. Her weha bi parvekirina vîdyoyên Newrozane di torên civakî de û bi awayeke mecazî em weke neteweya Kurd li dorê hevdu bicin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin