İBVê derbarê rewşa tenduristiya İsmail Beşikci de daxuyanî da
Weqfa İsmail Beşikci ragihand ku rewşa tenduristiya İsmail Beşikci yê ku di sala 2025an de li Amedê tûşî xwînberbûna mêjî bûbû aram e û pêvajoya wî ya dermankirin û rehabîlîtasyonê li Stenbolê berdewam dike. Weqfê her wiha bersivên nîqaşên li ser medyaya civakî jî da.
RûpelNews - Weqfa İsmail Beşikci derbarê rewşa tenduristî û pêvajoya dermankirina Dr. İsmail Beşikci de, yê ku di 27ê Îlona 2025an de li Amedê tûşî xwînberbûna mêjî bûbû, raya giştî agahdar kir.
Li gorî daxuyaniyê, Beşikci zêdetirî mehekê li Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê hat dermankirin. Piştî derketina wî ya ji nexweşxaneyê, pêvajoya lênêrîn û rehabîlîtasyona wî nêzîkî 10 mehan li xaniyekî ku ji aliyê Prof. Dr. Cenap Ekinci ve hatibû dabînkirin, berdewam kir.
Di 15ê Tebaxa 2026an de, Beşikci bi rêya hewayî û bi hevrêtiya Prof. Dr. Cenap Ekinci û tîmeke bijîşkî ya pispor bo Stenbolê hat veguhestin. Weqfê ragihand ku rewşa giştî ya tenduristiya Beşikci aram e û pêvajoya lênêrîn û rehabîlîtasyona wî li Stenbolê didome.
Bersiva ji bo nîqaşên medyaya civakî
Weqfê her wiha behsa nîqaşên dawî yên li ser medyaya civakî yên derbarê pêvajoya tenduristiya Beşikci û parvekirinên Prof. Dr. Cenap Ekinci de kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Weqf jî ji hin parvekirinên Ekinci yên di rojên taybet de aciz bûye û rexneyên derbarê vê mijarê de ji wî re hatine ragihandin. Lê belê, hat gotin ku ne dadperwerane ye ku mirov pêvajoya dermankirin û lênêrînê ya nêzîkî 10 mehan tenê li ser bingeha van parvekirinan binirxîne.
Spas ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Weqfê ragihand ku hemû lêçûnên têkildarî pêvajoya dermankirinê ji aliyê Weqfa İsmail Beşikci ve hatine dayîn û spasiya xwe pêşkêşî pisporên tenduristiyê kir ku di vê pêvajoyê de ked dane. Di daxuyaniyê de her wiha ji bo piştgiriya darayî û manewî, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hat kirin.
Weqfê ragihand ku dê di pêşerojê de agahiyên nû yên derbarê rewşa tenduristiya Beşikci de li gorî pêwîstiyê bi raya giştî re bên parvekirin û dê ji her cûre daxuyaniyên ku dibe binpêkirina jiyana taybet bin, dûr bê sekinîn.
