Tenduristiya Necefê derbarê vîrusa koronayê de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Tê gotin ku kesek li bajarê Necef yê Iraqê bi 'vîrusa korona nû' ketiye lê rêveberiya tunduristiya bajêr derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û ev îdia red kir.
Beşek ji çavkaniyên medyayî yên Iraqê dane zanîn ku li bajarê Necef yê Iraqê kesek bi vîrusa koronayê ketiye û li nexweşxanê hatiye razandin.
Rêveberiya tunduristiya Necefê îro danê sibê li ser wan nûçeyan daxuyaniyek da û ragihand, ew nûçe derew in û ti kes li Necefê bi wê nexweşiyê neketiye.
Li Çînê 170 kes bi Nexweşiya Koronaya Nû (2019-nCoV) jiyana xwe ji dest dane. Heya niha laşê 7 hezar û 711 kes bi wê nexweşiyê ketine û 38 kean jî can daye. Heya niha 124 jî kes ji nexweşxaneyê derketine.
WHO: Divê dinya tev bikeve nav alarmê
Li balafirxaneyên Kurdistanê pişkinînên vîrusa korona hatin destpêkirin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin