Ji Wezareta Tenduristiya Kurdistanê banga lezgîn bo kesên ji Îranê vegeriyane
PeyamaKurd - Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê, bang li kesên bi rêyên qaçaxî ji Îranê vegeriyane Kurdistanê kir ku bilez serî li nexweşxaneyan bidin.
Wezîrê tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li ser rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyek belav kir û got, hinek welatî û tûrîstên Başûrî yên ku ji Îranê vegeriyane, bi qaçaxî û bêyî ku bên pişkinînkirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, ev jî metirsîdar e!
Wezîrê tenduristiyê bang li wan kesan kir, bi lez ji zarok û malbat û mirovên xwe dûr bikevin û xwe bigihînin tîmên tenduristiyê yên taybet bi nexweşiya koronayê.
Dr. Saman Berzencî daxwaz ji welatiyan jî kiriye nêzîkî wan kesan nebin û bo xatirê tenduristiya xwe û malbata xwe tîmên tenduristiyê agahdar bikin da ku pêşiya belavbûna nexweşiya Koronayê were girtin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî ragihandibû ku hinek welatiyên Başûrî bi qaçaxî ji Îranê vegeriyane Herêma Kurdistanê û eger ew neçin cem tîmên tenduristiyê ew ê bi darê zorê wan bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin