Balyozê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi kar kir

16 nîsan 2019 12:07
Balyozê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi kar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li balyozê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, Oleg Vlademiroviç, kir û serkeftin jê re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî, duh duşemê (15.04.2019) li bajarê Hewlêrê pêşwazî li balyozê nû yê Rûsyayê kir û di civînekê de balyozê nû ji ber hevdîtinê kêfxweşiyên bi serowkezîr Barzanî ra nîşan da û got ku ew kêfxweşe weke balyozê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi karê xwe dike û tekîd li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Kurdistanê û Rûsyayê kir û rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da û pêşwazîkirin û hewandina koçber û penaberan ji pêkahteyên cuda bilind nirxand.

Serowkezîr Barzanî, berheviya Herêma Kurdistanê nîşan da ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re û bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, kareba û geştyariyê da berfireh bike û ji şandeya mêvan re behsa rewşa pêvajoya siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.