Besar Caferî wek Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê hat destnîsankirin
PeyamaKurd – Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, cîgirê wezîrê karên derve yê berê Beşar Caferî, wek Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê destnîşan kir.
Li gor zanyariyan, Beşar Caferî di navbera salên 2006 heta 2020an de nûnerê Sûriyê bû li Neteweyên Yekbûyî.
Herwiha Caferî 66 salî ye, dîplomatekî Sûrî yê naskirî û xelkê Şamê ye, di sala 1980 de di Wezareta Navxwe ya Sûriyê de dest bi karê dîplomasiyê kir.
Beşar Caferî li Zanîngeha Parîsê doktora di zanistên siyasî de sitendiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin