Balyozê Fransî serdana Serok Barzanî kir

03 hezîran 2018 20:50
Balyozê Fransî serdana Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî di derbarê proseya siyasiya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan û beşdariya aliyên Kurdistaniyan de tekez li wê yekê kir ku berçavgirtin û bi cîhkirina her sê prensîbên hevbeşî û tewafuq û hevsengî ye.


Li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Bruno Obîr Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Dominik Mass Konsolê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Fransa li Iraqê ji bilî gihandina silavên Serokê Fransa û Wezîrê Derveyê welatê xwe ji bo Serok Barzanî, pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Serok Barzanî kir. Hêvî jî xwest ku Herêma Kurdistanê beşdariyeke çalakane di proseya siyasî ya Iraqê de bike li ser bingeha destûr û Iraqî jî rêz li daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê bigrin.

Herwiha Balyozê Fransa bal kişand ser rola bi bandor û yekalîker a Serok Barzanî di paşaroja proseya siyasî ya Iraqê û got ku welatê wî amade ye alîkar be ji bo paşaroja Iraqê û avadankirina Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî helwesta Serok û gel û hikûmeta Fransa kir li beranber gelê Kurdistanê û bi helwêstekî hevsengî da zanîn ku ji gelêk tê çaverê kirin ku xwediyê şaristaniyet û prensîpên mirovayetiyê ye û eve jî xisterû ku li hemû qonaxek da gelê Kurdistanê xwe bi dostê nêzîkî gelê Fransa dizanê û spasdarê wan e.

Serok Barzanî di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan û beşdariya aliyên Kurdistaniyan de tekez li wê yekê kir ku berçavgirtin û bi cîhkirina her sê prensîpên hevbeş û tewafuq û hevsengî ya li dosyeya siyasî û birêvebirin û aborî û emnî da ewlewiyeta serekî ya me ye û naverokên din li proseya siyasiya Iraqê da divê li bin ronahiya wan sê prensîpên serekî de bê.

Metirsiyên serhildana terorê li Iraqê mijareke dinê vê civînê bû û her dû alî jî li ser ewe hevrê bûn ku li ser proseya siyasî û pêşhatên Iraqê da li şêwirîn û peywendiyên berdewam da bin.