Balyozê Brîtanyayê pêsniyara vekirina Zanîngeha Londonê kir
PeyamaKurd – Balyozê Brîtanyayê pêşniyara vekirina Zanîngeha Londonê kir û diyar kir, ew zanîngeh wê bibe navenda herî mezin a li Rojhilata Navîn.
Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, îro Balyozê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt serdana desteyê kir û pêşniyara vekirina wê zanîngehê ji bo Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî kir û got, ew zanîngeh wê bibe navenda herî mezin a li Rojhilata Navîn.
Herwiha Serokê Desteya Veberhênanê tekezî li girîngî û pêwîstiya wan pêngavên Balyozê Brîtanya û aliyê cîbicîkar kiriye, bi taybetî veberhênana li sektora perwerde û xwendinê û destnîşan kiriye ku ew ê ji bo dabînkirina zevî û dayîna destûrê û xebatên serxistina projeyê, hemû hewldanên xwe bikin.
Mihemed Şukrî da zanîn, bi giştî zanîngehên Herêma Kurdistanê di asteke gelek baş de ne û armanca wan ew e ku bi rêya veberhênanê girîngiya zêdetir bidin vê sektorê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin