Balyoza Amerîka: Divê Rêkeftina Singalê were bicihanîn

03 tebax 2022 21:08
Balyoza Amerîka: Divê Rêkeftina Singalê were bicihanîn

PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski, di salvegera jenosîda Êzidiyan a Şingalê de peyamek belav kir û ji aliyên siyasî yên Iraqê xwest, rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji terora DAIŞê bicih bînin.

Alina Romanowski, îro 3yê Tebaxê 8emîn salvegera komkujkirina Êzidiyan, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û pabendbûna Amerîkayê ji bo nehiştina DAIŞê û îdeolojiya xwe ya rik û kînê anî ziman.

Herwiha Romanowskî xwest ku hemû aliyên siyasî rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji destê DAIŞê bicih werînin.