Ji Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniya rêkeftina Singalê

11 cotmeh 2020 13:12
Ji Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniya rêkeftina Singalê

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Amerîka pêşwaziya hewldanên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî  (NY) bo çareserkirina pirsa Şingalê kir û wiha got:

“Em hêvî dikin ku peyman pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên demdirêj ên li Şengalê çareser bike û rê li ber vegera penaberan veke''

Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, "Divê berjewendiyên xelkê Şingalê û bi taybet qurbaniyên komkûjiyê di dilê her planekê de bin. Da ku aştî û aramî vegere."

Xalên rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê ev in: 

1- Mijara Îdarî:

a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.

b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdar yên din de bike.

2- Mijara Ewlehî:

a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.

b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi riya tayînkirina 2500 kes di navaHêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de.

c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.

3- Mijara Dubere Avedankirinê:

Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.

4- Ji bo şopandina xalên di Tewera Îdarî û Ewlehî de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdar ên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin.