Ji Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniya Iraqê…
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hikûmeta Iraqê xwest ku bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan bide sekinandin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ji televîzyona Al Hurra ya erebî re li ser kuştin û girtina xwepêşanderan ji aliyê hêzên Iraqî ve axivî û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir bikaranîna tundiya li dijî xwepêşanderan bidin sekinandin.
Morgan Ortagus destnîşan kir ku ji ber ku ew mafekî rewa yê welatiyan e, divê rê li ber xwepêşandanên aştiyane neyê girtin.
Ortagus herwiha bang li hikûmeta Iraqê kir ku guh bide daxwaziyên xwepêşanderan û rewşa jiyana xelkê baş bike.
Xwepêşandanan li Iraqê ku 1ê Cotmehê dest pê kiribûn, tevî kuştina bi sedan kesan û îstifaya serokwezîr Adil Ebdulmehdî jî berdewam dikin ku xwepêşander dixwazin gendelkar werin sizadan, yasaya hilbijartinê bê guhertin û rêveberiyeke nû were ser kar.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin