Dîplomata Brîtanî: Divê rêkeftina Singalê, were cîbicîkirin

03 tebax 2023 18:41
Dîplomata Brîtanî: Divê rêkeftina Singalê, were cîbicîkirin

PeyamaKurd- Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya Hewlêrê Rosi Cave, ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku rêkeftina Şingalê cîbicî bikin û ewlehiya bajêr ji nû ve saz bikin.

Rosi Cave, di konferansa ku bi dirûşima “Ji bo Êzidiyan, ber bi paşerojeke aram a herdemî ve” ku li Hewlêrê bi boneya 9emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan hat lidarxistin de axivî.

Cave tekez kir ku welatê wê dê têkoşîna xwe ya li dijî terora IŞÎDê berdewam bike ku Hevpeymaniya Navdewletî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar, dê li ser hevkarîkirina aliyan ji bo jinavbirina tevahiya rêxistina terorîstî û lêkolînkirina tawanên wê rêxistinê berdewam bin.

Rosi Cave diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymana Şingalê pêk bînin û destnîşan kir ku divê ji bo Êzidiyên ku neçarî koçberiyê bûne garantiya ewlehiyê bê dayîn û Şingal ji nû ve bê avakirin.

Dîplomata Brîtanî amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha 8 hezar kes ji destê IŞÎDê hatine rizgarkirin û diyar kir ku ew ligel hikûmetên Hewlêr û Bexdayê alîkariya Êzîdiyan dikin.

Cave da zanîn ku saziyên navneteweyî alîkariyên madî yên girîng dane Kurdên Êzidî û got, “Lê belê divê ev alîkarî dewam bikin. Wekî hikûmeta Brîtanyayê, ji bo Êzidiyan tiştên ji destên me bên, em ê bikin.”