Balyozê Qatarê yê Erbîlê: Qatar û Kurdistan xwediyê têkiliyên dîrokîne

17 berfanbar 2024 01:22
Balyozê Qatarê yê Erbîlê: Qatar û Kurdistan xwediyê têkiliyên dîrokîne

PeyamaKurd – Balyozê Qatarê yê Herêma kurdistanê Huseyin Bin Ali Fezala di ‘Roja Netewî ya Qatarê’ de ku li Erbîl a Herêma Kurdistanê, di kolsulxaneya Qatarê ya Erbîlê de, di 16.12.2024an de resepsiyonekî li dar xist û axaftinekî kir. Di resepsiyona balyozxanê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bû.

Balyoz Huseyin Bin Ali Fezala di axaftina xwe de got ku Kurdistan û Qatar xwediyê têkiliyên dîrokî ne û weha got:

“Bi sedema tevlîbûna serokwezîr Mesrûr Barzanî ya resepsiyona me sipasiya wî dikim. Em giringiya mezin didin seredanên navbera Qatarê û Herêma Kurdistanê.

Sekreterê giştî yê wezareta karên derve ya Qatarê Ahmed Hasan bi heyeta xwe ya di asta bilind de, di 24ê Adara 2024an de ji bo vekirina kolnsulxanê, bi tevlîbûna serokwezîr Barzanî ve pêkhat.”

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî di vekirina balyozxana Qatarê de gotibû:

“Vekirina balyozxana Qatarê, di serî de di seha bazirganî, çandî, çandiniyê û xwendina bilind de, wê fêde bide pêşdeçûna têkiliyên me yên bi Qatarê re. Qatar di seha veberhênan, refah, avahî, enerjî, gihandin û aboriyê de welatekî dewlemende. Lewra Kurdistan dikare ji tecrubeyên dewlemend yên Qatarê sûd bigre.”