Şandeya Qatarê ji bo bidawîkirina şer çû Îranê

22 gulan 2026 17:27

Şandeyeke danûstandinê ya Qeterê bi mebesta peymaneke navbera Amerîka û Îranê ku dawî li şerê heyî bîne çû Tehrana paytexta Îranê.

Şandeya Qatarê ji bo bidawîkirina şer çû Îranê

RûpelNews - Dewleta Qeterê rola navbeynkariyê girtîye ser xwe ji bo bidawîkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê yê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir.

Li gorî raporeke Reutersê, şandeyeke danûstandinê ya Qeterê çû Tehrana paytexta Îranê. Şande dê li wir derbarê peymaneke muhtemel a ji bo bidawîkirina şer dê hevdîtinan bike. Serdana şandeya Qeterê ya ji bo Tehranê bi agahdarkirin û erêkirina Amerîkayê pêk hat.

Rola navbeynkarî ya Qatarê

Doha di pevçûna Xazzeyê û li ser krizên din ên li herêmê wek navbeynkar rol girtibû ser xwe. Piştî şerê 28ê Sibatê ya navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê rastî êrîşên moşek û dronên Îranê hat. Piştî van êrîşan, rêveberiya Dohayê dev ji rola navbeynkariyê berdabû lê niha bi vê serdana niha ya li Tahranê diyar e Doha ji nû ve rola navebynkariyê hilda ser xwe û hewl dide bi ragihandina peymanekê dawî li şerê heyî bîne.