Balyozê berê yê Sûriyê: ‘Di normalîzekirina têkiliyên Enqere-Samê de îsaretên erênî hene’
PeyamaKurd – Balyozê berê yê Sûriyê li Enqereyê Dr. Nidal Kabalan, derbarê proseya normalîzekirina pêwendiyê Tirkiye-Suriyê de ji BBC Tirkî re axivîye û gotiye, di rojeva asayîbûnê de îşaretên erênî hene.
Kabalan, bal kişandiye ser axaftina dawî ya Serokê Sûriyê Beşar Esed û daye zanîn ku vekişîna artêşa Tirk ji Sûriyê ne mercê serekî ye ji bo destpêkirina asayîbûnê û ji xwe yek bi daxuyaniyên Erdogan re jî hevdu digre.
Herwiha Kabalan daye zanîn ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hemkarê xwe yê Sûriyê Feysel Miqdad bi awayê şexsî jî nas dike û heger rojên pêş gav bên avêtin jî wê ew bi riya herdu wezîran bin.
Balyozê berê diyar kiriye ku ew ji bilî artêşê ti hêzeke din li Sûriyê qebûl nakin û di nav 14 salên krîza Sûriyê hedefa wan a niha kontrolkirineke temamî ya erda Sûriyê ye.
Kabalan li ser hevpeymana Amerîkayê HSDê jî daye xuyakirin, ‘Xeyala cudaxwaziyê ne mijara muzakereyan e’.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin