Balafirên Tirkiyê 30 km ketin nav axa Binxetê

10 cotmeh 2019 00:34
Balafirên Tirkiyê 30 km ketin nav axa Binxetê

PeyamaKurd- Operasyona bo ser Rojhilata Firatê destpêkiriye lê di serî de tişta ku Amerîka û Tirkiye li serê li hevnedikirin, dirêjahî û firehiya herêma operasyonê bû. Lê niha hat ragihandin ku Tirkiye 30 km ber bi başûr de, bi balafiran êrîş kiriye ku ev jî tê vateya Tirkiye tişta xwestiye dike.Di operasyona yêkê de dê firehiya devera operasyonê 120 km be.

Balafirên Tirkiyê li Rojhilata Firatê li dora Eyn Îsayê li baregeha YPG ê dane û ji gundan jî li Alûk, Mûstel, Esadiye, Fender û Hûşanê xistine lê hinek siyasên şirovekar dibêjin ji ber YPG ê zanibû wê êrîş herin ser wan, wan deran valakirine. Hetta ew noqteyên li Serê Kaniyê û Girê Sipî ku Tirkiye bi serbilindî behsa lêdana wan dike hatine valakirin.