Balafirên Tirkiyê Çiyayê Metîna û bejahiya Amediyê bombebaran kirin
02 nîsan 2025 16:25
PeyamaKurd – Rêxistina CPTyê ragihand ku balafirên şer ên Tirk, Çiyayê Metîna û bejahiya Amediyê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Christian Peacemaker Teamsê (Tîmên Aştîxwaz ên Xiristiyanan) ku navenda wê li Amerîkayê ye, Kamêran Osman ragihand, balafirên şer ên Tirkiyeyê duh Çiyayê Metîna û derdora gundê Belave yê navçeya Amediya Dihokê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Kamêran Osman diyar kir ku di encama êrîşên saet 16.15an de tu ziyanên canî çênebûne.
Lê hat destnîşankirin ku ji ber bomberdûmanê tirs û xofek di nav gundî û tûrîstan de çêbûye ku çûbûn serdana herêmê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Balafirên Tirkiyê rêzeçiyayên Metîna bombebaran kirin
24 hzr 2023
Cîhan
Pistî topbarana Tirkiyê agir bi çiyayê Metîna ket
18 trm 2023
Jiyan
Balafirên ser ên Tirkiyê îro danê sibê Çiyayê Bêxêr bombebaran kirin
15 nsn 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin